Zelenski: Rûsya her roj aloziyê zêde dike
Kiev, 26ê Îlonê (Hibya) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski ragihand ku di êrîşên ku wî got Rûsyayê di şevê de pêk anîne de 14 kes birîndar bûne û li Zaporijyayê 2 kes jiyana xwe ji dest dane.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski ragihand ku di êrîşên ku wî got Rûsyayê di şevê de pêk anîne de 14 kes birîndar bûne û li Zaporijyayê 2 kes jiyana xwe ji dest dane.
Zelenski diyar kir ku li Kiev, Zaporijya û herêmên Odesa, Sumi û Xarkivê gelek avahiyên niştecihiyê bûne hedefa êrîşan.
Zelenski ragihand ku binesaziya sivîl jî di êrîşan de zirar dîtiye; li Kievê baxçeyek zarokan, li herêma Kievê dibistaneke amadeyî, li Xarkivê zanîngehek û li herêmên Poltava, Mikolayiv û Vinnitsiyayê binesaziya enerjiyê zirar dîtiye.
Zelenski ji malbat û xizmên kesên ku li Zaporijyayê jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û got: “Rûsya her roj aloziyê zêde dike. Heke Rûsiyan hilbijartiye ku êrîşên xwe hîn hovtir bikin, divê cîhan ji bo pêşîgirtina belavbûna zêdetir a şer bersivên xurtir hilbijêre.”
Zelenski bang li Serokê DYE Donald Trump kir ku Qanûna Lindsey Graham li dijî Rûsyayê û kesên ku ji aliyê darayî ve piştgiriyê didin şer bicîh bîne, herwiha ji Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê António Costa û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen xwest ku cezayên zêde pêk bînin.
Zelenski herwiha bang li rêberan kir ku oligarkên Rûs ji lîsteyên heyî yên cezayan neyên derxistin û heta ku Rûsya şer bi dawî dike, sînordariyên bazirganiyê berdewam bikin.
Zelenski diyar kir ku divê bi hewldanên hevpar aşitî her roj hîn nêzîktir bibe.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî