CENTCOM: Li ser asmanê Kuweytê 3 balafirên şer ên Amerîkî ketin
Washington, 2 Adar (Hibya) - Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî (CENTCOM) ragihand ku sê balafirên şer ên F-15E Strike Eagle ku di çarçoveya “Operasyona Epic Fury” de kar dikirin, di asmanê Kuweytê de ketin.
CENTCOM li ser çalakiyên leşkerî yên ku li Rojhilata Navîn didomin daxuyaniyek kir.
Di agahdariya CENTCOM de li ser dem û naveroka bûyerê hatiye gotin:
“Di 1 Adarê de saet 23:03 bi demê Amerîkayê, sê balafirên F-15E Strike Eagle ên Amerîkî ku ji bo piştgirîya Operasyona Epic Fury difirin, li gorî xuya dike ku di encama agirê hevalan de li ser Kuweytê ketin.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî