Çînê çar endamên din ên mafyaya Myanmarê îdam kir
Stockholm, 2ê Sibatê (Hibya) – Çînê çar endamên mafyaya Bai, yek ji hanedanên navdar ên ku li Myanmarê navendên xapandinê dixebitandin, îdam kir.
Ev kes di nav 21 endam û hevkarên malbatê de bûn ku ji aliyê dadgeheke li eyaleta Guangdongê ji bo xapandin, kuştin, birîndar kirin û sûcên din hatibûn mehkûm kirin.
Di meha Mijdarê ya borî de, dadgehê pênc kesan, di nav wan de serokê malbatê Bai Suocheng jî hebû, bi ceza mirinê mehkûm kir. Bai Suocheng piştî mehkûmiyeta xwe ji ber nexweşiyê mir.
Hefteya borî, Çînê her weha 11 endamên mafyaya malbata Ming îdam kir, wekî beşek ji operasyonên xwe yên li dijî torên xapandinê yên li Başûrê Rojhilata Asyayê ku bi hezaran qurbanên Çînî di têlekan de girtibûn.
Bi salan, malbatên Bai, Ming û hin malbatên din li bajarê sînorî Laukkaing ê Myanmarê serdest bûn û li wir casino, genelev û operasyonên xapandina sîber dixebitandin.
Rayedaran got ku malbata Bai, ku milîsyaya xwe kontrol dikir, 41 kompleks ji bo xapandina sîber û casino ava kiribûn. Di hundirê van kompleksan de, çandeke şîdetê hebû ku lêdan û êşkence di rêzê de bûn.
Dadgehê got ku çalakiyên sûcdar ên malbata Bai bûne sedema mirina şeş hemwelatên Çînî, xwekujiya yek kesî û birîndar bûna gelek kesan.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî