Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

UNRWA li ser rewşa niha ya li Gazayê nirxandin pêk anî.

Rayedarê UNRWA, Sam Rose, ji BBC News re got: “Em li vir dînamîkên hevdujwar dibînin. Ji aliyekî ve, bi vegerandina veguhestina Refahê pêşketinek erênî heye, lê di 24 saetên dawî de, di dema agirbestê de hatine kirin êrîşên hewayî, 30 Filîstînî jiyana xwe winda kirin.”

Rose diyar kir ku ji bo sivîlên li Gazayê tirs û nezelalî didomîne û got: “Gihîştin hêj sînordar e, endîşeyên li ser parastina sivîlan didomin û ji ber sînorkirinên operasyonî, hewcedariyên mirovahî gihîştine asteke pir krîtîk.”

Rayedarê UNRWA got ku, bi hemû zehmetiyan re jî, çalakiyên xwe li qada karê didomîne û got: “Em bi berdewamî alîkariya mirovahî ya jiyan-parêz pêşkêş dikin.”

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp