Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Li gorî CCTV, di agirê ku li fabrîqeya pêlavan a Huiteng Shoes Co., Ltd. li bajarê Jinjiang yê parêzgeha Fujian li rojhilatê Çînê derket de 28 kes jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên herêmî ragihandin ku agir roja Pêncşemê di saet 12:04'an de li qata zemînê ya fabrîqeya li bajaroka Chendai dest pê kir. Di xebatên vemirandin û rizgarkirinê de zêdetirî 500 agirkuj û 35 erebe beşdar bûn.

Dema ku agir derket, di fabrîqeyê de 237 karker û du karmendên radestkirinê yên derveyî hebûn. 213 kes hatin derxistin. Du kesên ku hatin nexweşxaneyê, tevî hemû hewildanên bijîşkan jiyana xwe ji dest dan, û 26 kesên ku winda bûn jî mirî hatin dîtin.

Li gorî raporan, polîsan xwediyê fabrîqeyê û çend kesên ku tê guman kirin berpirsiyarê agirê ne binçav kirin, herwiha hesabên bankeyê yên pargîdaniyê jî hatin qefilandin.

Rayedarên parêzgeha Fujian ji bo rêvebirina xebatên rizgarkirinê, lêkolîna qezayê û nirxandina ziraran komeke taybet a koordînasyonê ava kirin. Lêkolîna sedema agirê û diyarkirina berpirsiyaran hîn jî berdewam e.

Rayedaran gotin ku materyalên pir zû agirgirtî yên hilberîna pêlavan ku li qata zemînê ya avahiya pêncqatî ya betonarme hatibûn depokirin, bûn sedema belavbûna zû ya agirê.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp