Wezîrê Karên Derve yê Ozbekistanê Saidov beşdarî vekirina Kuçeya Dostaniya Belarus-Ozbekistanê bû
Wezîrê Karên Derve yê Ozbekistanê Baxtiyor Saidov ragihand ku di çarçoveya serdana wan ya Belarusê de beşdarî merasîma vekirina Kuçeya Dostaniya Belarus-Ozbekistanê li Minsk bûne.
Wezîrê Karên Derve yê Ozbekistanê Baxtiyor Saidov got ku di çarçoveya serdana Serokkomarê Ozbekistanê Şevket Mirziyoyev bo Belarusê de beşdarî merasîma vekirina "Kuçeya Dostaniya Belarus-Ozbekistanê" li Minsk bûne.
Saidov diyar kir ku bi Wezîrê Karên Derve yê Belarusê Maksim Rîjenkov re wek nîşana dostanî, rêzgirtina hevdu, bawerî û hevkariya stratejîk a di navbera herdu welatan de daristanên biçûk çandin.
Saidov bal kişand ser vê yekê ku Kuçeya Dostaniyê dê bibe nîşaneke mayînde ya têkiliyên bihêz û hevkariya piralî ku gelên Ozbekistanê û Belarusê bi hev ve girêdide, û girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera herdu welatan de xist ber çavan.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî