Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Rêveberê Giştî yê WHO’yê Ghebreyesus got ku pêwîstiya têketinê li dijî trahomayê, ku yek ji sedemên sereke yên korbûna infeksiyonî ya cîhanê ye, di navbera salên 2002 û 2025’an de bi rêjeya 94% kêm bûye.

Ghebreyesus destnîşan kir ku li Afrîkayê, Amerîkayê, Asyayê û Okyanusyayê bi tevahî 27 welatan trahoma wekî pirsgirêkek tenduristiya giştî ji holê rakirine û got: “Ev pêşketin bi rêya stratejiya SAFE ya ku ji aliyê WHO’yê tê piştgirîkirin hate mümkün kirin. Zanist, hevalbendî û çalakiyên domdar dikarin nexweşiyan bidin dawî.”

Bi vî re jî, Ghebreyesus bal kişand ku di çarçoveya Hevkariya Cîhanî ya Rakirina Trahoma ya ku WHO di sala 1996’an de dest pê kir, pêşketinên girîng hatine bidestxistin û got: “Em ê bi hev re ber bi cîhanek bê trahoma ve pêş biçin.”

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp