Gotûbêjên hevkariya leşkerî ya Rûsya û Hindistanê hatin kirin
Nû Delhi, 25 Gulan (Hibya) - Gotûbêjên hevkariya leşkerî ya di navbera Rûsya û Hindistanê de li Nû Delhi hatin kirin.
Di navbera 20-22 Gulanê de li paytexta Hindistanê Nû Delhi, di çarçoveya Komîsyona Navdewletî ya Rûsya-Hindistanê (IGC) de civîna 5’emîn a Koma Binê ya Hevkariya Leşkerî û Teknîkî ya Leşkerî hate lidarxistin.
Di civînê de aliyan li ser zêdekirina parvekirina ezmûnan û xurtkirina ahengiya operasiyonel rawestan.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî