Guterres: Divê şer biqedin, pevçûn bi dawî bibin
New York, 22ê Îlonê (Hibya) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di axaftina dawî ya dema wezîfeya xwe de got ku yek ji mezintirîn ceribandinên îroyîn ew e ku hêz çawa tê bikaranîn û banga bidawîbûna şeran û kêmkirina pevçûnan kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di axaftina dawî ya dema wezîfeya xwe de got ku divê şer biqedin, pevçûn kêm bibin û alîkariya mirovahî bigihîje kesên hewcedar. Guterres got: “Divê şer biqedin, pevçûn bi dawî bibin, alîkariya mirovahî bigihîje cihê xwe.”
Guterres destnîşan kir ku aşîtî tenê nebûna şerê nayê wate kirin û got ku li Rojhilata Navîn pevçûn zêde dibin, bi navê agirbestan tenê bûne pevçûnên kêmtir û sivîl hîn jî bedelê vê yekê didin. Guterres bang kir ku hefteya serokan ji bo diyalogê û kêmkirina pevçûnan bê veqetandin.
Guterres got ku divê azadiya navîgasyona navneteweyî di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ji nû ve were damezrandin û got ku ne tenê li Kendavê, lê li tevahiya herêmê jî divê tiştên ku li axa Filistînê ya dagirkirî diqewimin neyên jibîrkirin.
Guterres bi bîr xist ku ji êrîşên Hamasê yên 7ê Cotmehê hema sê sal derbas bûne û got ku piştî wê Filistîniyên li Gazayê bi “hovîtiyeke bi pîvaneke mezin û qetlîameke di asta bêhempa de” re rû bi rû mane.
Guterres bal kişand ser biryarên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî derbarê pêşîlêgirtina sûcê qirkirinê û biryarên ku sala borî dane, û got ku dadgehê erk û armanca NY li Gazayê bi zelalî diyar kiriye. Guterres destnîşan kir ku divê xebatkarên rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî bên parastin û bang li hemû aliyan kir ku li gorî biryarên dadgeha navneteweyî tevbigirin.
Guterres got ku tundûtûjiya niştecihên Îsraîlî li Şerîaya Rojava ya dagirkirî berdewam dike û got ku li wir rêya aştiyê bi buldozeran tê hilweşandin û paqijkirina etnîkî tê kirin. Guterres got: “Em nikarin destûr bidin ku çareseriya du dewletan li ber çavên me ji holê bê rakirin.”
Guterres herwiha behsa şerê li Ukraynayê kir û got ku dagirkirina berfireh a Rûsyayê bû sedem ku welatekî serwer bi awayekî ku Peymana NY binpê dike, were kişandin nav şerê. Guterres destnîşan kir ku di demên dawî de li Ukrayna û Rûsyayê binesazî û hedefên sivîl hatine hedefgirtin û got ku ev yek jî bandorê li dabînkirina xwarinê ya cîhanî û zincîreyên dabînkirinê dike.
Guterres qeyd kir ku şerê li Sûdanê, ku ji aliyê aktorên derve ve tê xwedîkirin, veguheriye şerekî li dijî sivîlan û bi milyonan kes ji malên xwe hatine derxistin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî