Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres êrişa Hûsiyan li ser Balafirgeha Navneteweyî ya King Khalid a li Riyadê, paytexta Erebistana Siûdî, şermezar kir. Tê ragihandin ku di êrişê de 12 kes mirine û bi sedan sivîl birîndar bûne.

Guterres di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de got ku ji ber êrişê gelek xemgîn e û destnîşan kir ku êrişên ku sivîlan û binesaziya sivîl dikin hedef, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ne.

Sekreterê Giştî yê NY Guterres bang kir ku ev cure êriş yekser bên rawestandin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp