Guterres: Hiqûqa navneteweyî bêyî îstisna ji bo hemû dewletan derbasdar e
New York, 14ê Nîsanê (Hibya) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku divê her kes rêzikên hiqûqa navneteweyî bipejirîne û li gorî wan tevbigere.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, dema ku bahsa domandina îstîqrara cîhanî kir, li ser encamên ku lawazbûna serweriya qanûnê diafirîne axivî.
Guterres, bi xurtî got ku hiqûqa navneteweyî ji bo her kesî derbasdar e û wiha got: “Hiqûqa navneteweyî bêyî îstisna ji bo hemû dewletan derbasdar e. Rêzgirtina ji rêzikên wê ne tiştekî bijartî ye.”
Guterres got: “Di nebûna wê de, bêîstîqrarî belav dibe, bêbawerî kûrtir dibe û pevçûn ji kontrolê derdikeve.”
Guterres, bi diyarkirin ku divê hiqûqa navneteweyî dîsa were pejirandin, got: “Ev ne dema paşvekişan ji hiqûqa navneteweyî ye. Ev dema ku em wê dîsa piştrast bikin e.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî