Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

WHO ragihand ku guherîna avhewayê bandorê li her kesî dike, lê zarok, kesên temenmezin, jinên ducanî, gelên xwecihî û civakên hesas bi metirsiyên herî mezin re rû bi rû ne.

Di daxuyaniya ku tê de hate tekez kirin ku "li ser gerstêrkeke nexweş mirovên saxlem nikarin hebin" de hate destnîşankirin ku guherîna avhewayê li seranserê cîhanê dibe sedema zexta germayê, nexweşiyan, qirêjiya hewayê û rewşên awarte yên tenduristiyê.

WHO destnîşan kir ku çareserî hene. Veberhênan di hewaya paqijtir, bajarên ewletir û pergalên xwarin û avê yên xurtir de dikare alîkar be ku jiyaneke tenduristtir ji bo her kesî were afirandin. Rêxistinê tekez kir ku parastina tenduristiyê bi parastina avhewayê dest pê dike.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp