Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve û Welatiyên Li Derveyî Welat a Filistînê de hate diyarkirin ku vala kirina navendê bi derxistina xebatkaran û astengkirina vegera wan, li dijî destnedayîna tesîsên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku destwerdana rayedarên Îsraîlê li navendê erkên UNRWA yên ji bo penaberên Filistînî dike armanc û ji Neteweyên Yekbûyî, Encumena Ewlekariyê û civaka navneteweyî hate xwestin ku navend û tesîsên din ên UNRWA biparêzin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku “şermezarkirin êdî têr nake” û hate xwestin ku ji bo parastina çalakiyên UNRWA û astengkirina destwerdanên Îsraîlê gavên konkret bên avêtin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp