Kosta: Em li kêleka Îranîyên bi cesaret in ku rûmetê xwe dixwazin
Bruksel, 13 rêbendanê (Hibya) – Serokê Şûraya Yekîtiya Ewropayê Antonio Kosta destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê li kêleka Îranîyên ku maf û azadiyên xwe yên bingehîn dixwazin, ye.
Serokê Şûraya Yekîtiya Ewropayê Antonio Kosta li ser bûyerên li Îranê û daxwazên azadiyê yên gelê wan daxuyaniyê da.
Kosta bi axaftina xwe ya ji bo desthilata Îranê got: «Rejîma Îranê divê zordestiyên bi şîdet li dijî gelê xwe rawestîne. Em li kêleka Îranîyên bi cesaret in ku mafên xwe yên bingehîn, rûmet û azadiyê dixwazin.»
Ajansa Nûçeyan a Kurdî