Kristersson: Swêd di parastina asîmana NATO’yê de beşdar dibe
Stockholm, 30ê Îlonê (Hibya) – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson diyar kir ku balafirên şer ên Swêdê cara duyemîn ji Polonyayê beşdarî çavdêriya asîmana NATO’yê dibin û şandina çekan bo Ukraynayê berdewam dike.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson got ku di çar salên dawî de wan pêşî dane hevkariya bi welatên Nordîk-Baltîk û Polonyayê re.
Kristersson diyar kir ku balafirên şer ên Swêdê ji bo parastina asîmana NATO’yê û berdewamiya şandina çekan bo Ukraynayê cara duyemîn beşdarî çavdêriya asîmanê ya ku ji Polonyayê tê meşandin dibin.
Serokwezîrê Swêdê Kristersson got ku hevkariya tam bi hevalbend û dostên NATO’yê re ewlehiya Swêdê, Ewropayê û NATO’yê xurtir dike.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî