Lahbib: Sûdan hezar roj e ku xwîn diherike
Bruksel, 9ê rêbendanê (Hibya) – Komîserê Yekîtiya Ewropî (UE) ya Wekhevî, Amadebûn û Rêveberiya Krîzan, Hadja Lahbib, derbarê pevçûnên li Sûdanê de daxuyanî da.
Komîserê UE Hadja Lahbib li ser encamên mirovî yên şerê navxweyî yê ku li Sûdanê berdewam e axivî.
Lahbib derbarê rewşa herêmê de got: «Sûdan hezar roj e ku xwîn diherike. Ev pevçûn ber bi krîza mirovî ya herî mezin a serdema me ve diçe».
Lahbib bi parvekirina budçeya ku UE ji bo krîzê veqetandiye got: «Di sala 2025’an de, Yekîtiya Ewropî ji bo destwerdanê li krîza Sûdanê 273 mîlyon euro veqetand».
Lahbib daxuyaniya xwe bi gotinên: «Em ê alîkariyên xwe yên mirovî bidomînin, lê gelê Sûdanê pêwîst e ku pêşerojek li ser bingehê aşitiyê hebe» bi dawî kir.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî