Li borsayên Ewropayê tevgera têkel
Stenbol, 3ê Tebaxê (Hibya) - Di roja dawî ya bazirganiyê ya hefteyê de li bazarên Ewropayê tevgera têkel hate dîtin.
Di roja dawî ya bazirganiyê ya hefteyê de li bazarên Ewropayê tevgera têkel hate dîtin.
Li Brîtanyayê, endeksa FTSE 100 bi kêm bûna ji sedî 0,27’an li 10.868,05 xalî girt, li Îtalyayê jî endeksa FTSE MIB bi zêdebûna ji sedî 0,13’an gihîşt 52.172,53 xalan.
Li Almanyayê, endeksa DAX li 25.629,24 xalan, li Fransayê endeksa CAC 40 li 8.509,64 xalan bû, endeksa STOXX Europe 600 a ku bazarên li seranserê Ewropayê dişopîne jî li 649,19 xalan bê guherîneke girîng ma.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî