Cassis: Em divê bi dersgirtina ji rabirdûyê rûmeta mirovan biparêzin
Bern, 8ê Îlonê (Hibya) - Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazio Cassis ragihand ku ji bo avakirina cihê bîranînê yê neteweyî li Bernê ji bo qurbanên Holokostê û zordestiya Naziyan gaveke girîng hatiye avêtin.
Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazio Cassis derbarê xebatên avakirina cihê bîranînê yê neteweyî li Bernê ji bo qurbanên Holokostê û zordestiya Naziyan de daxuyanî da.
Cassis diyar kir ku bîranîn tenê nayê wateya nihêrîna paşerojê û got: “Bîranîn tenê nihêrîna paşerojê nîne. Ew tê wateya ku em ji rabirdûyê ders bigirin û îro rûmeta mirovan, serweriya qanûnê û azadiyên xwe biparêzin.”
Cassis herwiha serketiyên projeya “unfolded minute”, ku dê li navenda Bernê cihê mayînde ji vê çanda bîranînê re peyda bike, pîroz kir.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî