Şeybanî nûnertiya dîplomatîk û xizmetên konsolosiyê nirxand
Şam, 24ê Cotmehê (Hibya) - Wezîrê Karên Derve û Koçberên Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî, di civîna xwe ya bi Komîteya Karûbarên Dîplomatîk û Konsolosiyê ya Meclîsa Gel re, armancên siyaseta derve, berfirehkirina nûnertiya dîplomatîk û pêşxistina xizmetên konsolosiyê nirxand.
Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Wezareta Karên Derve û Koçberên Sûriyeyê hate weşandin, Wezîr Şeybanî bi Komîteya Karûbarên Dîplomatîk û Konsolosiyê ya Meclîsa Gel re civî. Hin şêwirmend û rêvebirên beşên wezaretê jî beşdarî civînê bûn.
Şeybanî di civînê de derbarê xebatên dawî yên wezaretê û dîtina dewleta Sûriyeyê ya siyaseta derve de agahî da. Wî ragihand ku nûnertiya dîplomatîk û konsolosiyê bi vekirina kanalên nû yên ragihandinê û çalakkirina mîsyonên dîplomatîk tê berfirehkirin.
Şeybanî diyar kir ku ji bo piştgirîkirina xebatên dîplomatîk û konsolosiyê li ser venêrîna qanûnan û amadekirina rêziknameyên nû tê xebitandin. Wî her wiha bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera her du saziyan de ji bo pêşkêşkirina xizmetan ji welatiyan re.
Di civînê de her wiha xebatên ji bo pêşxistina xizmetên konsolosiyê yên ji Sûriyeyiyên li derveyî welat re tên pêşkêşkirin û hêsankirina karûbarên wan hatin nirxandin. Armancên wezaretê yên ji bo pêşerojê, helwesta wê li hemberî pêşketinên heyî yên herêmî û navneteweyî û rêbazên xurtkirina hevkariyên aborî û siyasî bi welatên dost û bira re jî hatin gotûbêjkirin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî