Trump: Ger derfet ji Demokrat re were dayîn, ew ê heman polîtîkayan dubare bikin
Washington, 23ê Cotmehê (Hibya) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di mîtînga ku li Floridayê hat lidarxistin de îdia kir ku dema desthilatdariya Demokratên Amerîkayê zirarên mezin ên aborî û civakî gihandiye welat û ger dîsa derfet ji wan re were dayîn, heman rewş dê dubare bibe.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di mîtînga ku li Floridayê lidar xist de rexne li Demokratên Amerîkayê girt.
Trump bi îdiaya ku dema desthilatdariya Demokratan zirarên mezin ên aborî û civakî gihandiye welat, got: “Dema ku Demokrat cara dawî li ser desthilatê bûn, wan me bi enflasyona herî xirab a dîrokê, bihayên herî bilind ên enerjiyê û kêmasiya herî mezin a bazirganiya derve re rû bi rû hişt. Her wiha, wan destûr da ku 25 milyon koçberên neqanûnî bikevin welat.”
Trump diyar kir ku ger dîsa derfet ji Demokrat re were dayîn, ew ê heman polîtîkayan dubare bikin û got ku gelê Floridayê dê tu carî destûrê nede ku ev yek biqewime.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî