Li borsayên Ewropayê tevgera têkel hat dîtin
Stenbol, 11ê Mijdarê (Hibya) - Endeksên sereke yên li borsayên Ewropayê roja bazirganiyê bi tevgerên têkel bi dawî kirin.
Endeksên sereke yên li borsayên Ewropayê roja bazirganiyê bi tevgerên têkel bi dawî kirin.
Endeksa Stoxx Europe 600 bilind bû û gihîşt 658,32 xalî, endeksa DAX a Almanyayê gihîşt 26.347,45 xalî û endeksa CAC 40 a Fransayê jî bilind bû û gihîşt 8.278,59 xalî.
Ji aliyê din ve, endeksa FTSE 100 a Brîtanyayê bi 31,28 xalî, ango bi sedî 0,29, daket û gihîşt 10.751,59 xalî, lê endeksa FTSE MIB a Îtalyayê bi 355,20 xalî, ango bi sedî 0,69, bilind bû û gihîşt 51.755,08 xalî.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî