Li Kolombiyayê piştî ketina balafirekî leşkerî sê rojên şîn hatin ragihandin
Bogota, 25 Adar (Hibya) - Hikumeta Kolombiyayê ragihand ku ji bo 69 leşker û polîsên ku di ketina balafirekî leşkerî Hercules C-130 de jiyana xwe winda kirin, sê rojên şîn hatine ragihandin.
Di qezaya balafira Hercules C-130 ya ku li eyaleta Putumayo ya Kolombiyayê pêk hat, 69 leşker û polîs jiyana xwe winda kirin. Ev kes di karê veguhestina leşker û alîkariyê de ber bi Puerto Asis ve bûn.
Hikumeta Kolombiyayê ragihand ku sê rojên şîn têne ilan kirin.
Di vê çarçoveyê de, li saziyên giştî, yekîneyên leşkerî, dezgehên polîs û sefîrtiyên li derveyî welêt, ala dê nîv bilind were dakêşan û hat gotin ku «bi koordînasyona Wezareta Parastinê, li hemû garnizonan merasîmên leşkerî dê bêne lidarxistin».
Ajansa Nûçeyan a Kurdî