Netanyahu: Em êrîşên xwe li Iran û Libnanê berdewam dikin
Quds, 23 Adar (Hibya) - Serokwezîrê Îsraêlê Binyamin Netanyahu got ku bi hevkariya Dewletên Yekbûyî, êrîşên li hedefên li Iran û Libnanê berdewam in.
Serokwezîrê Îsraêlê Netanyahu bi Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump re bi têlefonê gotûbêj kir.
Netanyahu got ku Trump bawer dike ku bi bikaranîna destkeftiyên ku bi artêşa Amerîkî re hatine bidestxistin, bi rêya peymanek ku berjewendiyên girîng diparêze, fersend heye ku armancên şerê bigihîjin.
Netanyahu bi te’kîd kir ku êrîşên li Iran û Libnanê berdewam in û got: «Em programa fuzeyê û programa nukleerî hedef dikin û li dijî Hizbullahê berdewam darbe giran dixin.»
Netanyahu diyar kir ku çend roj berê du zanyarên nukleerî yên din jî hatine bê bandor kirin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî