Qalibaf: Bi Amerîkayê re tu muzakere nehatine kirin
Tahran, 23ê Adarê (Hibya) - Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Baqer Qalibaf îddîayên li ser muzakereyên bi Amerîkayê re red kir.
Serokê Meclîsa Îranê Qalibaf got ku bi Amerîkayê re tu muzakere nehatine kirin.
Qalibaf diyar kir ku gelê Îranê daxwaza cezayê temam a êrîşkaran dike û got: “Hemû berpirsyar li gel serok û gelê xwe ne.”
Qalibaf her weha bal kişand ku Amerîka ji bo manîpulasyona bazarên darayî û petrolê agahiyên derewîn bi kar tîne.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî