Şara li Şamê heyeta Chevronê pêşwazî kir
Şam, 23ê Hezîranê (Hibya) - Serokatiya Sûriyeyê ragihand ku Serok Ahmed Şara li Şamê bi rêveberên payebilind ên şirketa enerjiyê ya Amerîkî Chevron civiya.
Serokê Sûriyeyê Ahmed Şara li Şamê bi rêveberên payebilind ên şirketa enerjiyê ya Amerîkî civiya.
Li gorî daxuyaniyê, Şara li Qesra Gel heyeta ku Frank Mount, serokê pêşvebirina karsaziyê ya Chevronê, serokatiya wê dikir pêşwazî kir. Wezîrê Derve Esad Şeybanî, Wezîrê Enerjiyê Mihemed el-Beşîr û rêveberê giştî yê Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê Yusuf Kablawî jî beşdarî civînê bûn.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî