Lula da Silva: Ev çalakî parastina herêmê wek herêma aştiyê di xetereyê de dike
Brezîlya, 3 Çile (Hibya) – Serokê Dewleta Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva got ku bombebaranên li ser axa Venezûelayê û girtina serokkomar xetekê nepejirandinî derbas kiriye.
Serokê Dewleta Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva destnîşan kir ku bombebaranên li ser axa Venezûelayê û girtina serokkomar xetekê nepejirandinî derbas kiriye.
Lula da Silva di daxuyaniya xwe de got: “Van çalakiyan binpêkirineke pir giran li ser serweriya Venezûelayê temsîl dike û ji bo hemû civaka navneteweyî emsaleke pir xeternak çêdike.”
Lula da Silva her weha got ku ev çalakî demên herî xerab ên destwerdanê di siyaseta Amerîkaya Latîn û Karayîban de bîranînê tîne û parastina herêmê wek herêma aştiyê di xetereyê de dike.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî