Mala Alman li Şamê hate vekirin
Şam, 2ê Îlonê (Hibya) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Hesen eş-Şeybanî û Niels Annen, nûnerê dewletê yê Wezareta Hevkariya Aborî û Pêşketinê ya Almanyayê, beşdarî vekirina Mala Alman li Şamê bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve û Welatiyên li Derveyî Welat a Sûriyeyê, Mala Alman li Şamê hate vekirin.
Di merasîma vekirinê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Hesen eş-Şeybanî û Niels Annen, nûnerê dewletê yê Wezareta Hevkariya Aborî û Pêşketinê ya Almanyayê, ligel rayedarên wezaretê û serokên heyetên cuda beşdar bûn.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî