Metsola: Azadiya ku bi hilweşîna Dîwarê Berlînê hat bidestxistin, hîn jî di dilê Ewropayê de dijî
Bruksel, 9ê Mijdarê (Hibya) - Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola bi boneya 37emîn salvegera hilweşîna Dîwarê Berlînê peyamek weşand.
Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola bi boneya 37emîn salvegera hilweşîna Dîwarê Berlînê peyamek weşand. Metsola destnîşan kir ku bûyera dîrokî ya 9ê Mijdara 1989an rêça dîroka cîhanê guherand û got: “Piştî 37 salan, hêviya ku wê rojê anî û azadiya ku ji nû ve hat bidestxistin, hîn jî di dilê Ewropaya me de dijîn.”
Metsola tekez kir ku hêviya ku piştî hilweşîna Dîwarê Berlînê derket holê û azadiya ku hat bidestxistin di nav nirxên bingehîn ên Ewropayê de ne û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 9ê Mijdara 1989an.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî