Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Netanyahu diyar kir ku operasyon ji aliyê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) û Mossadê ve hatiye kirin û got: “Bi operasyonek taybet me cenazeyê şervanê Hêzên Zirxî, serçavuş Yehuda Yekutiel Katz, anî malê.”

Netanyahu got ku bi salan operasyonên veşartî ji bo dîtina leşkerên ku di Şerê Sultan Yakub de winda bûne pejirandiye û soz daye malbatan ku xebatên ji bo vegerandina wan malê dê tu carî neyên rawestandin.

Netanyahu di axaftina xwe ya ji bo malbata Katz de got: “Em Yehudayê hêja vedigerînin we, birayên wî Avi û Perachia û axa Îsraîlê ya ku wî gelek hez dikir.”

Netanyahu spasî Hêzên Parastinê yên Îsraîlê, Mossad, Şin Bet û Koordînatoriya Kesên Winda û Rehîneyan kir û got: “Dewleta Îsraîlê û hikûmeta Îsraîlê ya di bin rêberiya min de ji vê wezîfeyê re dilsoz dimînin û dê berdewam bikin ku wê bi cih bînin.”

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp