Paşînyan pêşwaziya Sekretera Giştî ya Rêxistina Navneteweyî ya Frankofoniyê kir
Êrevan, 15ê Cotmehê (Hibya) - Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li Ermenistanê pêşwaziya Louise Mushikiwabo, Sekretera Giştî ya Rêxistina Navneteweyî ya Frankofoniyê, kir. Di hevdîtinê de mijarên aştiya domdar li Qefqasyaya Başûr û xurtkirina hevkariya di navbera Ermenistan û Frankofoniyê de hatin nîqaşkirin.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de ragihand ku li Ermenistanê pêşwaziya Louise Mushikiwabo, Sekretera Giştî ya Rêxistina Navneteweyî ya Frankofoniyê, kiriye.
Paşînyan derbarê hevdîtinê de got: “Min careke din girîngiya pêkanîna aştiyeke domdar li Qefqasyaya Başûr û xurtkirina hevkariya di navbera Ermenistan û Frankofoniyê de tekez kir.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî