Pezeşkiyan: Sanksiyon yek ji sedemên bingehîn ên zehmetiyên gel e
Tehran, 18’ê Rêbendanê (Hibya) – Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pezeşkiyan got ku zehmetiyên aborî yên li welêt ji sanksiyonên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên wan sepandine, çêdibin.
Serok Pezeşkiyan diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên zehmetiyên aborî yên ku gelê Îranê bi wan re rû bi rû dimîne, sanksiyonên ku ji aliyê DYÊ û hevalbendên wan ve hatine sepandin in.
Pezeşkiyan di daxuyaniya xwe de got: «Ger di jiyana gelê Îranê de tengavî û zehmetî hebin, yek ji sedemên bingehîn ên vê rewşê dijberîya dirêjdem û sanksiyonên bêmirovî yên hukûmeta Amerîkayê û hevalbendên wî ne».
Serok Pezeşkiyan her weha li ser encamên her êrişeke li ser serokatiya dînî ya Îranê rawestiya û got: «Her êrişek li ser rêberiya bilind a welatê me tê wateyê şerê giştî li dijî netewa Îranê».
Ajansa Nûçeyan a Kurdî