Prevot: Belçîka van êrîşên bê cudakirin bi tundî şermezar dike
Bruksel, 15 Gulan (Hibya) - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Belçîkayê Maxime Prevot derbarê êrîşên hewayî yên berfireh ên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatin kirin daxuyaniyek kir.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Belçîkayê Maxime Prevot êrîşên dawî yên Rûsyayê li dijî Ukraynayê şermezar kir û got ku piştgiriya welatê wî ji bo Ukraynayê didome.
Prevot bal kişand ser mezinahiya êrîşan û encamên wan yên mirovahî û got: "Şeva borî Rûsya li dijî Ukraynayê hezar û 560 dron û 56 mûşek avêt. Ev yek ji êrîşên herî wêranker bû ji destpêka şerê ve. Li Kîevê xanî hatin hilweşandin. Dibistanek hate wêrankirin. Altyapiya enerjiyê bû hedef."
Prevot got ku êrîşên Rûsyayê bi qest bûn û wiha got: "Herî kêm 5 sivîl hatin kuştin, dehan kes birîndar bûn û hîn jî mirov di bin enkazan de mayîn. Ereba alîkariya mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî li Khersonê du caran bi qest hate lêdan."
Prevot li ser astengiyên pêvajoya aştiyê rawestiya û got: "Çend roj piştî pêşniyara agirbestê, Rûsya bi terorê bersiv da. Ji ber vê yekê bila kes nepirse ku astenga aştiyê li ku ye."
Prevot helwesta Belçîkayê dubare kir û daxuyaniya xwe bi van gotinan qedand: "Belçîka van êrîşên bê cudakirin bi tundî şermezar dike. Em sersaxiya xwe ya herî kûr ji bo qurbanan û malbatên wan radigihînin. Piştgiriya me ji bo Ukraynayê nayê hejandin."
Ajansa Nûçeyan a Kurdî