Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Maxime Prevot diyar kir ku berpirsiyariya Rûsyayê di hewldana êrîşa bi droneyan li Balafirgeha Leipzig/Halle de pir giran e û hevgirtina tam bi Almanyayê re ragihand.

Prevot diyar kir ku Belçîka hem wek endama Yekîtiya Ewropayê hem jî wek hevalbendê NATOyê li kêleka Almanyayê ye. Prévot got ku tedbîrên ku Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul li hemberî êrîşê ragihandine bi tevahî piştgirî dike û eşkere kir ku daxwaz kiriye balyozê Rûsyayê yê li Belçîkayê were gazîkirin.

Prevot diyar kir ku ev bûyer piştî binpêkirinên ku di mehên dawî de li erdê hevalbendên din ên YE û NATOyê qewimîne hatiye û qeyd kir ku operasyoneke bi teqemeniyan li ser axa Ewropayê “kiryareke dijminane ya pir giran” e.

Prevot bi tekez kirin ku divê peyva “hîbrîd” ji bo veşartina agresyonê neyê bikaranîn û diyar kir ku Rûsya divê nefikire ku dikare li welatên Ewropayê operasyonên bi vî rengî pêk bîne û bê encam bimîne.

Prevot diyar kir ku erdê Ewropa û hevalbendan ne “herêmeke gewr” e ku Rûsya dikare bê ceza tê de tevbigere û ragihand ku dê vê mijarê di civîna Gymnich a ku li Îrlandayê dê were lidarxistin de bi hevkarên xwe yên Ewropî re nîqaş bike.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp