Rubio: Ez li ser 8 saziyên ku bi şîrketên navenda wan li Çînê ye ve girêdayî ne, cezayên aborî disepînim
Washington, DC, 6ê Mijdarê (Hibya) - Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku li ser 8 sazî û 2 kesên ku bi rêveberiya Kubayê ve girêdayî ne, cezayên aborî hatine sepandin.
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku li ser 8 sazî û 2 kesên ku bi rêveberiya Kubayê ve girêdayî ne, cezayên aborî hatine sepandin.
Rubio di peyameke xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê li hember torên komunîst ên li nîvkada ku ew tê de ye, toleransê nîşan nedin. Wî îdia kir ku rêveberiya Kubayê bi rêya şîrketên dewletê, karsaziyên hevbeş û navbeynkarên li derveyî welat çalakiyên xwe didomîne. Rubio her wiha diyar kir ku piştgirên biyanî yên rejîmê alavên leşkerî peyda dikin ku alîkariya domandina hêzên leşkerî yên rejîmê dikin û ji bo axa Amerîkayê gefekê çêdikin.
Rubio di peyama xwe de got: «Îro ez li ser 8 sazî û 2 kesên ku bi saziyên di tora darayî û veguhestina deryayî ya rejîmê de, bi şîrketên dewletê yên îthalat û piştgiriya teknîkî, û her wiha bi şîrketên ku navenda wan li Çînê ye û hêzên leşkerî yên rejîmê tedarîk dikin ve girêdayî ne, cezayên aborî disepînim.»
Ajansa Nûçeyan a Kurdî