Rutte bi Serokkomar Erdoğan re axivî
Bruksel, 2 Adar (Hibya) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte bi Serokkomarê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan re li ser telefonê axivî.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku ew bi Serokkomarê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan re li ser rewşa ewlehiyê li Îran û herêmê axivî.
Rutte got: "Her du me li ser girîngiya nêzîkatiya 360 derece ya NATOyê bo ewlehiyê û ku em her dem ji bo rêgirtin û parastinê li hember her cûre tehdîdên ku dikarin ji her aliyekê werin amade ne, li hev razî ne."
Ajansa Nûçeyan a Kurdî