Serokê Dewletên Yekbûyî Trump li Çînê dest bi têkiliyên fermî kir
Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump bi vexwendina Serokê Dewleta Çînê Xi Jinping ji bo seredana fermî ya sê rojan çû paytexta Çînê, Pekînê.
Li gorî habera CCTV, Trump êvara Çarşemê gihîşt Pekînê. Li balafirgehê ji aliyê Cîgirê Serokê Dewleta Çînê Han Zheng, Cîgirê Wezîrê Karên Derve Ma Zhaoxu û Balyozê Çînê li Washingtonê Xie Feng hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwaziyê ji bo Trump merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Endamên Artêşa Rizgariya Gel a Çînê (PLA) silava rêzgirtinê dan û bi muzîka leşkerî pêşwazî hate kirin. Di merasîmê de ciwanên çînî jî hate dîtin ku ala her du welatan dihejandin.
Hat ragihandin ku ev seredana yekem a serokekî Amerîkî ye ku di neh salên dawî de li Çînê tê kirin û her weha yekem hevdîtina rû bi rû ya her du rêberan e ji civîna wan a sala borî li bajarê Busan a Koreya Başûr.
Wezareta Karên Derve ya Çînê ragihand ku di civînan de Xi Jinping dê bi Trump re li ser têkiliyên Çîn-Amerîka û mijarên aşti û pêşketina cîhanî guftûgoyeke berfireh bike.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî