Serokê Sûriyeyê Şera bi Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re hevdîtin kir
Riyad, 4ê Mijdarê (Hibya) - Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Qesra Yemame ya li Riyadê bi Welîehd û Serokwezîrê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re hevdîtin kir û têkiliyên dualî û geşedanên herêmî nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Sûriyeyê, wezîr û karbidestên payebilind ên her du welatan beşdarî hevdîtina di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Welîehd û Serokwezîrê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman de bûn.
Di hevdîtinê de, pêşxistina têkiliyên dualî û xurtkirina hevkariya di navbera her du welatan de li qadên cuda hatin nîqaşkirin. Her du aliyan her wiha li ser geşedanên herêmî û navneteweyî û mijarên berjewendiyên hevpar danûstandina nêrînan kirin û girîngiya xurtkirina ewlehî û aramiyê li herêmê tekez kirin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî