Serokkomar Xi Jinping dê serdanek fermî li KDHCê bike
Hat ragihandin ku Serokkomarê Çînê Xi Jinping dê serdanek fermî li Komara Demokratîk a Gel a Koreyê (KDHC) bike.
Hat ragihandin ku Serokkomarê Çînê Xi Jinping dê serdanek fermî li Komara Demokratîk a Gel a Koreyê (KDHC) bike.
Li gor daxuyaniya ku îro ji aliyê Beşa Têkiliyên Derve ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê ve hate kirin, li ser vexwendina Sekreterê Giştî yê Partiya Karkerên Koreyê û Serokê Komîsyona Karûbarên Dewletê ya KDHCê Kim Jong Un, Sekreterê Giştî yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê û Serokkomarê Çînê Xi Jinping dê di 8 û 9ê Hezîranê de serdanek fermî li KDHCê bike.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî