Tajani: Îtalya û Komara Çekê ê hevkariyê xurt bikin
Bruksel, 29 rêbendanê (Hibya) – Cîgirê serokwezîr û wezîrê derve yê Îtalyayê Antonio Tajani li Brukselê bi hevkarê xwe yê Çek Petr Macinka re hevdîtin kir û ragihand ku wan biryar da ku di warên parastinê, binasaziyê û sektorên stratejîk de hevkariyê zêde bikin.
Wezîrê derve yê Îtalyayê Antonio Tajani bi wezîrê derve yê nû yê Komara Çekê Petr Macinka re hevdîtin kir.
Tajani di derbarê naveroka civînê de got: “Bi li ber çav girtina serdana serokwezîr Babiş a Roma, em ê ji bo hevkariya herî xurt a navbera Îtalya û Komara Çekê bixebitin; di warên stratejîk de wek parastin û binasazîyê de derfetên nû biafirînin.”
Tajani her weha destnîşan kir ku di civînê de mijarên ewlehiyê yên herêmî û gerdûnî jî hatin nîqaş kirin û got: “Me li ser Ukrayna, Gronland û mîneralên krîtîk nîqaş kir. Her weha me carek din pejirand ku di navbera YEK û NATOyê de hevkariyek bihêz heye.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî