Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezîrê Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna di derbarê biryarên ku di civîna wezîrên derve yên YE de hatine girtin de daxuyanî da.

Tsahkna ku biryara YE bi dilxweşî pêşwazî kir, got: “Îro di civîna wezîrên derve yên YE de, bi ku Sipaya Şoreşa Îslamî wek rêxistinek terorîst hate nasandin, YE gavêk biryardar avêt. Ev ewlehiya Ewropayê xurt dike û peyamek zelal dişîne: binpêkirinên sîstematik ên mafên mirovan û piştgiriya êrîşa Rûsyayê dê encamên xwe hebin.”

Tsahkna destnîşan kir ku Estonya li kêleka gelê Îranê ye û got: “Estonya li kêleka gelê Îranê, civaka sivîl û her kesê ku ji bo azadî, demokrasî û serweriya qanûnê têkoşînê dike ye.”

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp