Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Hat ragihandin ku Serokê DYA Donald Trump ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daxwaza berdana Stephen Hubbard kiribû, ku ev çar sal bûn li Rûsyayê di girtîgehê de bû. Piştî daxwaza ku Trump di axaftina xwe ya telefonî ya hefteya borî de ji Putin re ragihand, Hubbard hat berdan û ji bo vegera cem malbata xwe ket rê.

Di daxuyaniya ku li ser navê Trump hat dayîn de hate gotin ku ji bo berdana Hubbard ne hewce bû ku DYA tiştekî di berdêlê de bide û di vê bûyerê de tu danûstandina girtiyan pêk nehat.

Di daxuyaniyê de her wiha hat îdiakirin ku diviya bû Hubbard di dema rêveberiya berê ya Amerîkayê de bihata berdan, lê rêveberiya Joe Biden di danûstandinên xwe yên bi Kremlînê re de negihiştibû encamekê.

Trump derbarê vegera Hubbard de got: “Bi xêr hatî mala xwe, Stephen! Ez gelek kêfxweş im ku tu vegeriyayî.”

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp