Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê hat weşandin de hat gotin ku rayedarên Sovyetê bi qestî stokên genim û xwarinê yên Ûkrayniyan desteser kirin, berxwedan bi tundûtûjiyê tepisandin û nahêlan ku gundî li xwarinê bigerin. Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku desthilatdariya Sovyetê birçîbûn veşart, bûyerên ku diqewimîn înkar kirin û alîkariya navneteweyî red kir.

Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku armanca Holodomorê tunekirina gelê Ûkraynayê û tepisandina berxwedana li dijî desthilatdariya Sovyetê bû. Hat diyarkirin ku ev felaket bû sedema mirina bi milyonan kesan û travmayên ku bi nifşan berdewam kirin.

Wezareta Karên Derve ya Ûkraynayê di daxuyaniya xwe de hemû qurbaniyên ku di felaketa Holodomorê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêz bi bîr anîn.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp