UNRWA: Agirbest divê ewlehiyê biwate bike
New York, 29 Çile (Hibya) – Ajansa Alîkariya û Karên Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Navîn (UNRWA) ragihand ku, tevî ku ji 10ê Cotmehê 2025’an ve li Gazeyê agirbest di meriyetê de ye, bombebaran berdewam dike.
Di daxuyaniya UNRWA’yê de hat gotin ku, li gorî raporên dawî yên rewşê, di heyama meha Çile de stargehên ku ji dibistanên UNRWA li Gazeyê hatibûn veguherandin, rasterast an jî nerasterast hatine armanc kirin û 7 ji wan ji hêla hêzên Îsraîlî ve hatine hilweşandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku, tevî ku ji 10ê Cotmehê 2025’an ve li Gazeyê agirbest di meriyetê de ye, bombebaran berdewam dike û got: «Armanca agirbestê ev bû ku piştî du salên xemgînî, êş û ji bo gelek kesan êşkenceya kûr û mezin, derfetek ji bo hêsanî bidê».
Di daxuyaniyê de hate teqez kirin ku agirbest divê ewlehiyê biwate bike.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî