Wong: Em kampanyaya zordariyê ya berdewam a Talîbanan şermezar dikin
Canberra, 29ê rêbendanê (Hibya) – Wezîra Derve ya Awustralya Penny Wong got ku wan kampanyaya zordariyê ya berdewam a Talîbanan, bi taybetî li dijî jin û keçan, şermezar dikin.
Wezîra Derve ya Awustralya Wong diyar kir ku gelê Afganistanê yek ji krîzên însanî yên herî dirêj ên cîhanê tê de dijî, ku ji ber ku Talîban nikarin hewcedariyên bingehîn bicîh bikin, her ku diçe xirabtir dibe.
Di bersivê de, Wong got ku hikûmeta Awustralya dê bi rêya hevalbendên xwe yên niha li UNê 50 milyon dolar piştgirîya zêde bidin û got:
“Em kampanyaya zordariyê ya berdewam a Talîbanan, bi taybetî li dijî jin û keçan, şermezar dikin. Awustralya bi hev re bi hevalbendên navneteweyî re ji ber binpêkirinên CEDAW yên Talîbanan, li dijî Afganistanê pêvajoyên qanûnî didomîne.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî