Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

UNRWA ragihand ku ji ber sînordarkirinên ketina Şirîta Xezayê, alavên zivistanê li derveyî sînorê tên ragirtin. Ajansê bal kişand ser wê yekê ku kon, betanî, doşek û cilên zivistanê tenê çend kîlometre dûrî malbatên ku bi lez hewcedarî van alavan in tên sekinandin.

Rêvebirê Karûbarên Xezayê yê UNRWA, Sean Jones, di daxuyaniya xwe ji TRT World re got ku sînordarkirin hîn jî şandina alavên zivistanê dereng dixin. Wî tekez kir ku ji bo piştgirîkirina malbatên ku bi sermayê û baranê re têdikoşin, divê destûr bê dayîn ku alîkariyên pir zêdetir bikevin Xezayê.

Wî diyar kir ku tîmên UNRWA bi hevkarên xwe re kanalên avê yên girtî paqij dikin, avên lehiyê vala dikin û ji malbatan re alîkariya pereyan didin, da ku bikaribin betanî û malzemeyên ji bo tamîrkirina stargehên zirardîtî bikirin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp