UNRWA ji bo malbatên koçberkirî yên li Gazayê derbarê zivistanê de hişyariyeke lezgîn da
New York, 13ê Mijdarê (Hibya) - Ajansa Alîkarî û Karên Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku malbatên koçberkirî yên li Gazayê, ji ber baranên dijwar ku konên wan bin avê hiştine û doşek û betanîyên wan bi tevahî şil kirine, li hember sermayê hema bêparastin mane.
Ajansa Alîkarî û Karên Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku malbatên koçberkirî yên li Gazayê, ji ber baranên dijwar ku konên wan bin avê hiştine û doşek û betanîyên wan bi tevahî şil kirine, li hember sermayê hema bêparastin mane.
Ajansê destnîşan kir ku piştî salên dirêj ên koçberiyê, malbat bi şert û mercên pir dijwar re dîsa rû bi rûyê zivistaneke din in û tekez kir ku pêdiviya lezgîn bi cihên stargehê yên guncaw, cilên germ û alavên bingehîn heye.
UNRWA bi gotina ku alîkarî dikarin rewşa malbatên bandorborî bi awayekî girîng baştir bikin, bang li civaka navneteweyî kir ku piştgirî bide.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî