UNRWA: li Qezayê çalakiyên perwerdehiyê didomin
Qeza, 12ê rêbendanê (Hibya) — Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkariya Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku her çend dibistan hatine hilweşandin jî, perwerdehiya zarokan li Qezayê didome.
Li gorî daxuyaniya UNRWA, her çend li Qezayê dibistan û sinif hatine hilweşandin jî, çalakiyên perwerdehiyê didomin.
Di hefteyên dawî de, zêdetir ji 60 hezar zarok beşdarî çalakiyên perwerdehiyê li Qadên Fêrbûna Demdemî yên UNRWA bûne.
Her weha hat ragihandin ku nêzîkî 300 hezar zarok bi piştgiriya hezarên mamosteyan bi rêya perwerdehiya ji dûr ve fêr dibin. Rayedaran bal kişand ku her ders girîng e.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî