UNRWA: Piştgiriya bo zarokên li Gazeyê acil û jiyanî ye
New York, 6’ê Rêbendanê (Hibya) – Ajansa Alîkariyê û Karên Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku zarokên li Gazeyê di şertên şer û koçberiya bi zorê de bi krîzekî giran a mirovî re rû bi rû ne.
Di daxuyaniya UNRWA de hate xuyang kirin ku li Gazeyê ji bo zarokan bi qetî ne ti demeke hêsanbûnê û ne jî cîhek ewle heye. Ajans got ku tevî hemû zehmetiyan jî li kêleka zarokan dimîne û karûbarên perwerdehiyê, parastinê û piştgiriya psîkososyal bêqutandin didomin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku zarokên ku bi traumanên şer û koçberiyê re têkoşîn dikin, bi awayekî acil hewceyê vê piştgiriyê ne û hate tekrarkirin ku “zarok nayên mecbûr kirin ku li bendê bimînin”. UNRWA gazî civaka navneteweyî kir ku bi lez gavên pêwîst bigirin da ku mafên bingehîn ên zarokan were parastin û hewcedariyên wan were peyda kirin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî