Venezûela êrîşa leşkerî ya DYAbê bi tundî şermezar kir
Stokholm, 3ê rêbendanê (Hibya) – Wezareta Derve ya Venezûelayê êrîşa DYAbê ya li dijî welat bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê ku di kanala Telegramê ya Wezîrê Derve yê Venezûelayê Ivan Gil de hate weşandin de gotin: “Komara Bolîvarî ya Venezûelayê êrîşa vekirî ya leşkerî ku ji aliyê hukûmeta niha ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî axa û gelê Venezûelayê tê kirin, di herêmên sivîl û leşkerî yên paytexta komarê, bajarê Karakasê, û her weha li eyaletên Miranda, Aragua û La Guaira de, red dike, şermezar dike û wê ji civaka navneteweyî re radigihîne.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî