Weel: Ewlehiya hemwelatiyên Hollandayî yên li Venezûelayê ye pêşîniya me
Amsterdam, 3 Rêbendanê (Hibya) – Wezîrê Derve yê Hollandayê David van Weel got ku nezelaliyê li Karakasê didome û ew bi welatan re di têkiliyê de ne.
Wezîrê Derve yê Hollandayê Weel bal kişand ser ku rewşa li paytexta Venezûelayê, Karakas, hîn ne zelal bûye, û got ku ew bi Sefareta Hollandayê li Venezûelayê, Wezareta Parastinê û welatên di nav Kralliyê de di têkiliyê de ne.
Weel diyar kir ku pêşîniya wan ewlehiya hemwelatiyên Hollandayî yên li Venezûelayê û her weha ewlehiya Kralliya Hollandayê ye.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî